AKADEMIYA TENDURISTIYÊ VEGUHERÎ FAKULTEYA BIJÎŞKIYÊ

AKADEMIYA TENDURISTIYÊ VEGUHERÎ FAKULTEYA BIJÎŞKIYÊ

Desteya Tenduristiyê, Desteya Perwerdê û Zanîngeha Rojava biryareke hevbeş girt ku Akademiya .Tenduristiyê ya li Rojava bibe Fakulteya Bijîşkiyê û girêdayî zanîngeha Rojava be

Di vê der barê de, Hevseroka Fakulteya Bijîşkiyê Dr.Ebîr Hesaf got ku di 4’ê Gulana 2017’an de, .Desteya Tenduristiyê Akademiya Tenduristiyê damezirand

Ebîr Hesaf da xuyakirin ku di destpêkê de, cihê akademiyê li Navçeya Serê Kaniyê ya Kantona Hesekê ya girêdayî Herêma Cizîrê bû û da zanîn ku armanca akademiyê ew bû ku bi awayekî akademîk ekîpên .hemşîretiyê yên pispor werin amadekirin

Ebîr Hesaf di berdewamiya axafina xwe de, da zanîn ku di 7’ê Îlona 2018’an de, Desteya Tenduristiyê avahiya akademiyê li rojavayê Bajarê Qamişloyê vekir û diyar kir ku wê hem bijîşkî û hem jî hemşîretî di nava xwe de dihewandin. Her wiha heya niha 3 perwerdeyên bijîşkiyê û 3 perwerdeyên .hemşîretiyê hatine vekirin

Hevseroka Fakulteya Bijîşkiyê Ebîr Hesaf di dawiya axaftina xwe de sedema vê biryarê zelal kir û got ku bi armanca pêşxistina pergala tenduristiyê ya li Rojava û amadekirina ekîpên hemû pisporiyan, biryar hat girtin ku Akademiya Tenduristiyê bibe Fakulteya Bijîşkiyê ya girêdayî Zanîngeha Rojava, her wiha ji sala xwendinê ya (2020 – 2021) xwendekar li gorî mufadeleya giştî ya Zanîngeha Rojava dê werin pejirandin û li gel Fakulteya Bijîşkiyê wê hinek beşên zanista bijîşkî jî werin vekirin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava

28-04-2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *