Amadekariyên Perwerdeya Online Ya Zanîngeha Rojava Bi Dawî Dibin

Amadekariyên Perwerdeya Online Ya Zanîngeha Rojava Bi Dawî Dibin

Zanîngeha Rojava ev demeke ku xwe ji bo perwerdeya online amade dike. Di çarçoveya van amadekariyan de ji bo mamoste û xwendekaran hindek rêzebername hatin derxistin û di derbarê perwerdeya online de rêvebernameyek hate amade kirin. Her weha li ser vê cureya perwerdê pêvajoyên fêrkirinê hatin destpê kirin û bi awayekî giştî amadekarî ber bi dawî ve hatin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê, li hemberî xetereya şewba Covid 19 hemû dibistan û zanîngeh dane rawestandin û derketina derve qedexekir, Zanîngeha Rojava jî weke alternatîf dest bi amadekariyên perwerdeya li ser internetê an ku online kiribû. Ji ber ku perwerdeya online xwedî taybetmendiyê cuda ne, destpêkê rêvebernameyeke vê perwerdê hate amade kirin. Li gor vê rêvebername pêwîste hemû rêveber, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava bernameyên vê perwerdê yên ku hatine diyar kirin li ser computerên xwe bar bikin û bikaranîna wan jî fêr bibin. Hemû mamoste jî dersên xwe li gor vî şêwazî, beriya ku qonaxa xwendinê destpê bike amade bikin. Her weha rêveberiya zanîngehê û yên fakulteyan jî van pêvajoyan bişopînin û hemû civînên xwe jî bi awayekî online pêkbînin.

Ji hêla din ve ji ber ku ev şêwazê perwerdê taybetmendiyên xwe cuda ne, pergala nirxandinê ya zanîngehê jî li gorî vî şêwazî hate nûjen kirin û hûrgiliyên wê di rêvebernamê de hate diyar kirin.

Zanîngeha Rojava li gor vê bernama nû amadekariyên xwe bi piranî qedandin û wê 03.05.2020 jî dest bi qonaxa duyemîn a sala xwendinê bike

Nivîsgeha Ragihandinê

24-04-2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *