Beşa dîrokê beşeke Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava ye. Di sala 2016’an de hate damezrandin, navenda wê li Bajarê Qamişlo yê.

Armanca beşê:

Mamosteyên ku di qada dîrokê de têgihiştî amade bike.

Pergala perwerdeyê:

Pergala perwerdeya di beşa dîrokê de tê meşandin, xwe dispêre 6 qonaxan û li ser 3 salan tê belavkirin.

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

Di qada perwerdeyê weke dibistan an jî peymangehan de weke mamoste dikarin kar bikin.