Beşeke Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ye. Di sala 2016’an de, li Bajarê Qamişlo hate damezirandin.

Armanca beşê:

Ziman û wêje, nasnameya mirov û ragihînerê hest û ramanê ye. Bi taybetî jî gelekî weke gelê Kurd ku bi sed salan di bindestiyê de ji rastiya xwe hatiye dûrxistin, pêwîstiyeke jiyanî bi perwerdeya ziman û wêjeya xwe heye. Lewre beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi vê armanca dûr û dirêj hate avakirin. Armanca ew e, kesayetên ku di Ziman û Wêjeya Kurdî de têgihiştî bêne amadekirin.

Pergala Perwerdeyê:

Perwerde xwe dispêre pergala qonaxên xwendinê . Tê de 8 qonax hene û li ser 4 salan tê belavkirin.

Qadên ku derçûyên beşê dikarin tê de kar bikin:

Derçûyên beşê dikarin, li gorî pisporiya xwe, di hemû qadên wêjeyî û mamostetiya di dibistan û peymangehan de kar bikin.