222

Zanîngeha Rojava

Zanîngeha Rojava li sala 2016, di demeke ku bi giştî li Sûriye û bi taybet jî li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriye şer, alozî û rewşa awarte hebû, li bajarê Qamişlo hate damezrandin. Di vê wateyê de berhemeke Şoreşa Rojava ye. Zanîngeha me ji bo wan xwendekaran derfetek avakir ku aloziya Suriyê û qutbûna herêmên cografî ya li vî welatî, bû sedemê ku ji xwendina zanîngehên xwe qut bibin. Her weha di encama koçberiya ku encama vê aloziyê bû û di warê zanist û pisporiyê de valahiyeke mezin derxist holê, dîsa Zanîngeha Rojava wek çareseriyekê derkete pêş.

Zanîngeha Rojava nû ye û pêvajoya xwe ya damezrandinê berdewam dike. Tecrûbeyên cîhanî ji xwe re bingeh digre. Di heman demê de xwe dispêre felsefe û nirxên dîrokî û civakî yên Mezopotamya. Zanîngeha me di hêla zanistî û akademîk de jî bi armancên nûjen tevdigere. Di wê baweriyê de ye ku di serî de li Rojhilata Navîn pêwîste diyardeya perwerdê ji hindek nexweşiyan bê rizgar kirin. Perwerdeya bi hişmendiya desthilatdariyê ku li ser civakê tê ferz kirin; mirovên ku bi hêza xwe ya cewherî dihizire, şîrove dike, diafirîne û xwedî îrade ye, çênake. Berovajî vê yekê, hişmendiyeke bi nexweşiya jiberkirinê, tije dogma û qalib û ji afirandinê dûr derdixe holê. Sedemeke sereke ya aloziya civakî li Rojhilata Navîn, ev diyardeya perwerdê ye.

Zanîngeha Rojava xwedî angaşt e ku destwerdaneke dîrokî li vê çewtiyê pêkbîne. Lewre jî li pêşiya xwe erk û armanc danîne.

 

Erk û Armanc

Zanîngeha Rojava bi wê erk û armancê tevdigere ku civak û kesayeta vekoler, afirêner, xwedî hişmendiya karê kolektîf û her weha azad û azadîxwaz pêşbixe. Li agahî û zanyariyên herêmî û gerdûnî vedigere, vedikole û di asteke bilindtir de hildiberîne û bikar tîne. Li hember xweza, civak û jinê hestyar û rêzdar; bi hemû çand, bawerî û reng û dengan re pêwendîdar e. Her weha ew kesayeta ku bi perwerde û şêwazên xwe yên zanistî, civakî û etîk hemû erkên civakî û siyasî hildigre û bi ser dixîne erk û armanca bingehîn a zanîngeha me ye.

Armanceke me ya bingehîn jî ew e ku têkiliyên zanist û jiyanê berbiçavtir bikin. Ya girîng, xwendekar teoriyên ku ji bernameyên zanistên xwezayî û zanistên civakî hîn dibin, di jiyana pratîk de jî bi kar bînin û bi vî awayî bibin lêkolînerên pispor.

 

Nirx û Nêrîn

Zanîngeha me di wê baweriyê de ye ku pêwîstî bi felsefe, nirx û civaknasiyeke nû heye. Ev jî bi hişmendiyeke demokratîk, ekolojîk, civakî û azadixwaziya zayendî ve pêkan e. Zanist û perwerdeya ku pêşdixe jî xwe dispêre van nirxan. Di tarz û şêwazê perwerda xwe de jî metodolojiyeke li gor vê rastiyê, tevahîger û diyalektîkeke xwezayî û civakî bingeh digre.

Li ser vî bingehî nirxên ku zanîngeh xwe dispêre jiyaneke ekolojîk û xwezaparêz, civakeke demokratîk, azadiya jinê, têkiliya bi hemû pêkhateyên civakê re, rexnegirî û nûjenî, lêveger û bilindkirina tecrûbe, hiş û bîr a civakî ye…

 

Fakulte û Peymangehên me

Fakûlteya Petrol-Petrokîmya: Sala 2016 hate damezrandin. Avahiya fakûlte û xewgeha xwe li Rimêlan e. Xwendina xwe 5 sal in.

Fakûlteya Çandinî: Sala 2016 hate damezrandîn. Avahiya xwe li Qamişlo ye. Xwendina xwe 5 sal in.

Fakûlteya Zanistên Perwerdê: Sala 2016 hate damezrandin. Ji beşên Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî, Bîyolojî, Erdnîgarî, Dîrok û Mamostetiya Refê pêk tê. Avahiya xwe li Qamişlo ye. Xwendina xwe 4 sal in.

Fakûlteya Avahîsaziya Ekolojîk û Endazyariya Avakirinê: Sala 2019 hate damezrandin. Avahiya xwe li Hesekê ye. Avahîsaziya Ekolojîk 5 sal in û Endazyariya Avakirinê wek peymangeh 2 sal in.

Fakûlteya Ziman û Zanistên Civakî: Beşên weke Ziman û Wêjeya Kurdî, Hûnerên Bedew û Jineolojî ku salên 2016 û 2017 hatibûn damezrandin û beşê Wergêra Ingilîzî ku sala 2019 hate damezrandin di sala xwendinê ya 2019-2020 di bin banê Fakûlteya Ziman û Zanistên Civakî de hatin rêxistin kirin. Ziman û Wêjeya Kurdî û Hûnerên Bedew 4 sal in; Jineolojî û Wergêra Ingilîzî 2 sal in.

Peymangeha Bilind a Mekatronîk: Sala xwendinê ya 2019-2020 li Bajarê Qamişlo hate damezrandin. Xwendina xwe 3 sal in.

Peymangeha Darayî û Rêveberî: Sala 2018 li Qamişlo hate damezrandin. Xwendina xwe 2 sal in.