Desteya Akademîk a Zanîngeha Rojava Civînek Li Dar Xist

Desteya Akademîk a Zanîngeha Rojava Civînek Li Dar Xist

Duh, roja duşema 06.07.2020’an, bi beşdariya endamên komîteyên akademîk ên fakulte û peymangehan, Desteya Akademîk a Zanîngeha Rojava civînek li dar xist. Civîn ji hêla Hevserokê Zanîngeha Rojava Abdulîlah Mistefa û Cîgirên Hevserokatiya Zanîngeha Rojava Dr Munîr Xelîl û M Şînda Dawûd ve hat birêvebirin.
Di civînê de, Desteya Akademîk mijarên xwendina bilind, hevyaziya giştî ya sala xwendinê ya 2020-2021, Kovara zanîngehê, xebatên Navenda Amadekirina Çavkaniyên Zanîngehê NÇZ’ê, derfeta vekirina dewameke êvarî ji bo xwendekarên ku karmendên Rêveberiya Xweser in, rewşa xwendekarên ku hin biranş bi wan re mane û hin mijarên din jî hatin gotûbêjkirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava

07-07-2020

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *