EZMÛNÊN NAVÎN DESTPÊ DIKIN

EZMÛNÊN NAVÎN DESTPÊ DIKIN

Li Zanîngeha Rojava piştî perwerdeya online ezmûnên navîn destpê dikin. Di vê derbarê de Hevserokê zanîngehê Dr. Abdulîlah Mistefa diyar kir ku piştî derketina şewba Koronayê perwerdeya normal hate rawestandin û tevî hindek pirsgirêkên teknîkî jî perwerdeya online hate despê kirin.

Dr. Abdulîlah Mistefa di axaftina xwe de got ku tevî derketina hin kêmasiyan jî ev qonax bi awayekî serkeftî berdewam kir.

Têkildarî ezmûnên navîn ên vê qonaxê û amadekariyên wê, Dr.Abdulîlah da zanîn ku piştî qonaxa perwerdeya online, amadekariyên ezmûnên navîn ên qonaxa duyemîn ên sala 2019-2020 hatin kirin. Ev  ezmûn dê ji şemiya 27 ê meha 6 an heya şemiya 4 ê meha 7 an werin li darxistin.

Girêdayî heman mijarê Dr. Abdulîlah Mistefa bal kişand ser zehmetiyên lidarxistina van ezmûnan ku xwendekar ne li cihekî tenê ne. Ji ber vê yekê zanîngeh neçar ma ku li Rimêlan, Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Şehba navendên ezmûnan amade bike. Berpirsiyarên her navendekê jî  hatine diyarkirin.

Dr. Abdulîlah amaje bi tomarkirina xwendekaran a li navendên ezmûnan kir û wiha got: “Xwendekarên zanîngehê yên hemû beşan dikarin ezmûnên xwe li van navendan pêkbînin. Her wiha navên xwendekaran ji bo her navendekê hatine şandin”.

Dr. Abdulîlah Mistefa di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji hemû xwendekaran re xwest û ji keda wan a qonaxa online re spasiya xwe diyar kir.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *