Ji ber qeyrana li Sûriyê û êrîş û dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qada tenduristiyê hîn zêdetir jiyanî bû. Bi taybet jî pêwîstiya bi doktor û hemşîre ji her demê zêdetir bû. Lewre jî piştî rêzelêkolîn, konferansên bijîşkî û civînên bi saziyên civakî re, 4’ê Gulana 2017’an Akademiya Tenduristiyê hate vekirin.  Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê ya Herêma Cizîrê jî, weke cihê akademiyê hate diyar kirin

Akademiyê di nava xwe de beşên bijîşkiyê dihewandin û li gorî bernameyeke taybet dixebitî. Kadroyên pispor ên weke bijîşk, dermansaz û mamosteyên herêmî jî alîkarî pêşkêşî akademiyê kirin. Di 7’ê Îlona 2018’an de, ji bo ku rewşa perwerdeyê û derfetên wê baştir bibin, cihê akademiyê veguhezî Qamişlo

Di destpêka sala xwendinê ya 2019 – 2020’an de, weke berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê û bi armanca pêşxistina pergala perwerdehiyê, biryar hate girtin ku Akademiya Tenduristiyê veguhere Fakulteya Bijîşkiyê û cihê xwe di nava fakulteyên Zanîngeha Rojava de bigire

Fakulteya Bijîşkiyê li Qamişlo ye û armanc ew e ku bijîşkên giştî werin deranîn ji bo ku di qada tenduristî û bijîşkiyê de kar bikin

Xwendekarên ku bawernameyên bakelorya zanistên xwezayî bi dest xistine, li gorî pergala derbasbûna zanîngehê (mufadele) ya Zanîngeha Rojava dê werin pejirandin

Fakulteya Bijişkiyê, pergala perwerdeya qonaxan dide meşandin. Tê de 12 qonaxên xwendinê hene û li ser 6 salan têne belavkirin. Qonaxa yekemîn a sala yekemîn dê qonaxa amadekariyê be da ku xwendekar bikare di fakulteyê de bixwîne

Perwerdeya fakulteyê xwe dispêre biranşên teorî ên xwedî perwerdeyên piratîk ên di nava nexweşxane û ezmûngehan de

Qadên ku derçûyên fakulteya bijîşkiyê dikarin tê de kar bikin

  1. Weke bijîşkê giştî dikare li nexweşxaneyên giştî û taybet, karê bijîşkiyê bike
  2. Eger mercên serkeftinê pêkbîne, xwendekar ji bo pisporiya şaxekî bijîşkiyê dikare berdewam bike