Komxebata bi serenavê  Zanistên Civakî weke keleporeke çandî û metirsiyên paşguhkirina wan.

Komxebata bi serenavê Zanistên Civakî weke keleporeke çandî û metirsiyên paşguhkirina wan.

Di çarçoveya pêşxistina hevkarî û danûstanên zanistî û akademîk  û herwiha bi armanca  danasîn û parvekirina tecrûbeya Zanîngeha Rojava bi dezgeh û Zanîngehên cîhanî re, têkiliyên nû tên avakirin, nîqaş û gotûbêjên di mijarên zanistî û zanînan de tên kirin.

Parastin û pêşxistina xwendinên wêjeyî û zainstên civakî yên weke du qadên ku xwedî asoyên rexenwarî û azadkirinê ne , diyardeyeke çandî mezin bi xwe re diafirînin. Ev mîras jî di bin xeteriyeke mezin de ye bi taybet li welatên desthliatdar û pir caran pergalên kapîtalîst wan ji bona xizmeta berjewendiyên xwe bikar tîne, ango ew zanist nakevin xizmeta civakan û herku diçe pirsgirêkên civakî û exalqî mezintir dibin:

Ji bona avakirina kolektîfeke navnetewî  bi armanca xistina van herdu beşan nava lîsteya UNESCO a kelepor û mîrateya cîhanî komeke akademîsyen û lêkolînerênan belgeyeke xebatê  derbarê vê mijarê amade kiribûn û ew belge bi zanîngeha Rojava re parve kiribûn.

Bi armanca gotûbêjkirina naverok û xalên bingehîn ên di belgeya xebatê de hatine bibîrxistin û girtina nerînên cihêreng, herwiha ji bona standina hin biryarên hevbeş komxebateke navnetewî bi riya Zomm’ê di 26-6-2020 hate li dar xistin. Komxebat pênc seatan li ber xwe de û çarçoveya  sereke jî ev bû:

1-Em  weke zanûngeh kîne, rewşa heyî ya dezgeh û saziya me.

2-Pêşkêşkirina kar û xebat, lêkolîn, û tecrûbeyên me di warê zanistên civakî, yan mijara zanîngeh weke komînên çandî û şêwazên siyasî yên dernetewî ne, lê gelek caran di bin metirsiyan de ne.

Nîqaş derbarê agahdarkirin, bangawazî, tecrûbeyan, perspectîv,”dîroka dagirkeriyê, warê fêmînîzmê, derdisiplînên cuda” hevgirtinên ronakbîrî û zanistî….

Sê xalên sereke di ber çavan re hatin derbas kirin

Navendîbûn û qeraxên derdorê “mêtîngehên an koloniyên berê”.

Lewazbûna zanistên civakî.

Zanist û zanebûn di dema stresê de “tundî, tirs, hovîtî, lewazbûnê…”

Di komxebatê hejmareke akademîsyen û pisporê zanistê civakî beşdarbûn û hinek j iwan ev in:

Igor Babou: ji laboratwara Ladyss’ê zanîngeha  Paris Diderot

Bruno Brulon Soares: zanîngeha federal a Rio de Janerio

Hester Du Plessis: fakulteya zanistên mirovî, zanîngeha Pretoria: Afrîqa Başûr

Joelle Le Marec: zanîngeha Sorbonne

Caparnin Marimoutou: zanîngeha Girava Réunion.

Herwiha ji zanîngeha Rojava Hevserokê zanîngehê Dr. Abdulillah El-Mûstefa û M. Gulistan Sîdo berpirsa nivîsgeha têkiliyên derve ya zanîngehê amade bûn û bi du mijaran tevlî bûn: Dr. Abdulillah El-Mûstefa di destpêkê de rewşa dawî ya zanîngehê û herêmê bi gîştî şîrovekir û bal kişand ser girîngiya zanistên civakî ku weke zanistên herî girîng in û derbarê wan de projeyên zanîngehê yên pêşerojê dane diyar kirin.

M.Gulistan Sîdo derbarê zanista jinê de ango Jineolojî de, têgeh, danasîn, bingeh û girîngîya wê di avakirina zanisteke civakî ya rast bi beşdarvanan re parvekir.

Di dawiya komxebatê pirs û nîqaş hatin kirin û beşddaravan hinek biryar standin:

1-Berdewamkirin û berferhkirina vê inîsyatîvê.

2-Lidarxistina komxebateke din di demeke nêz de.

3-Xebatên destekdayîn û piştgiriya Zanîngeha Rojava.

4-Pêşniyara lidarxistina komxebateke berferh derbarê zanistên civakî di banê Zanîngeha Rojava de.

Ofîsa Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava

28-06-2020

 

 

 

 

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *