Zanîngeha Rojava Lîsansa Rûmetê diyarî M.Salihê Heydo û M.Beşîrê Mele Newaf kir

Zanîngeha Rojava Lîsansa Rûmetê diyarî M.Salihê Heydo û M.Beşîrê Mele Newaf kir

Ji bo spaskirina keda salan a di warê ziman û wêjeya kurdî de, bi biryareke Desteya Rêvebir a Zanîngeha Rojava, bawernameya lîsansa rûmetê diyarî M.Beşîrê Mele Newaf û M.Salihê Heydo hate kirin.

Lîsansa rûmetê jî bi beşdariya Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê, endamên Desteya Rêvebir a Zanîngeha Rojava û hejmareke mamosteyên Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî hate diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e ku zanîngeh bawernameyeke wiha ya nirxdayînê diyar dike, da ku bibe handan û spasiyek ji bo keda mamosteyan.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *